Li Dêrsimê 5 xwendekarên zanîngehê hatin desteserkirin

.

Li parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê li Zanîngeha Munzurê polîsan 5 xwendekar desteserkirin.

Berî çend rojan xwendekarên Zanîngeha Munzurê bi agahiya ku dê biçin konsertê ji bo beşdarbûna şahiya Ak Ciwan ya li Edeneyê hatibûn birin.

Li gor agahiyên peyamnêrê Rûdawê ê Dêrsimê rêxistinên xwendekaran 27ê Gulana 2022ê bi vê sedemê  li zanîngehê belavokeke hevbeş belav kirine. Lê di dema belavkirinê de li xwaringeha zanîngehê di navbera du grupan de alozî derketiye.

Li ser vê aloziyê polîsan grupa ku protesto pêk anîbû dorpêç kiriye û ji xwendekarên ku govend digirtin re gotine “Govendê nekin, bi vî awayî hun çalakî dikin û ji wan xwestine ku belav bibin. Li ser vê yekê polîsan midexaleya grupê kiriye û 5 xwendekar desteserkirine.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN