Li dehan bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê protestoyan ji nû ve dest pê kir

.

Li ser bangewaziya sazî û rêxistinên civakî li dehan bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê ji nû ve dest pê kir.

Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Sine, Kamêran û Mihabadê, bi vêxistina agir li ser kolanên sereke yên bajaran meş hatin kirin û dirûşmên “jin jiyan azadî, merg û neman bo Xamineyî” hatin gotin.

Xelkê bajarê Sinê, bi hilkirina agir û danîna keviran, rêya Sine û Kirmaşanê daxist û li bajarê Mihabadê jî ciwanan bi fîşekan asmanê ronî kirin.

Li taxa Setarxan a Tehranê jî bi dirûşma “îsal sala dawiya desthilta Xamineyî ye” xelk daket kolanan û li dijî rejîma Îranê xwepêşandan li dar xist.

Dîsa li taxên din ên bajarê Tehranê, xelkê dirûşmên “ hejarî, gendelî, bihatî, diçin ber bi herîfîna rejîmê ve, em amade ne û serhildan berdewam e” qêriyan û hêzên rejîmê protesto kirin.

Ji bilî Tehranê, li bajarên Yezd, Meşhed, Kerec, Qezwîn û Gewherdeşta Kerec, Sawe, Xurasan û hin deverên din jî li dijî deshilat û rejîma Îranê xwepêşandanên protestoyî hatin kirin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye