Li Danîmarkayê dijî rejîma Îranê xwepêşandan berdewam dikin

.

Do 16.11.2022 Kurdistanî û hinekî Îranî li Kopenhagin a paytexta Danîmarka li pêşîya balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê xwepêşandan pêkhanîn.

 Kurdên daniştvanên Kopenhagin yên paytexta Danîmarkayê ji bo piştgirî li li raperîn û şoreşa gelên Kurdistanê û Îranê ji bo rêzgirtin bo sê şehîdên şoreşê ku do 15.11.2022 de di dema xwepêşandanan de, ji alîyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûn qetil kirinê û protesto kirina êrîşên li ser baregehên PDK-Î û Komele û topbaranên li herma Kurdistanê li ber balyozxaneya Îranê ya li Kopenhaginê xwepêşandanekî pêk hanîn.

Xwepêşandan bi ala, srûd, axaftinên sîyasî ku yek jiwana ji wana jî ya Azerbaycanîyan ya piştgirîya şoreşa Kurdistanê dikirin bû ji alîyê Wirya Mellak endamê PDK-Î ve hat xwendinê.
Şîar û durişmên beramber dewleta dagirker a Îslamî ya Îranê dihatin gotinê.

Xwepêşandan nêzîkê 2.30-3.00 saetan domand.


Rûpela Nû/Danîmarka

16.11.2022

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle