Li Danîmarka merasimekî bo rêzgirtin li şehîdên şoreşa “Jîna”yê pêkhat

.

Mersima rêzgirtina li şehîdên serhildana şoreşa Jîna Emînî ya gelên Kurdistanê û Îranê, ji aliyê Navenda Hevkarî ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ve li bajarê Albertslûnd a Danîmarka yê birê ve çû.

Roja Şemî 03.12.2022  ji aliyê Navenda Hevkarî ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê merasimekî bo rêzgirtin ji cangoriyên şoreşa Jîna Emînî li bajarê Albertslund a Danîmarka yê birêve çû.

Merasim bi axaftina Şanaz Kakeazer û Mûnîre Secadiyan ya armanca vî merasimî destpêkir.

Merasim bi xwandina sirûda neteweyî Ey Reqîb û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji ruhê pak ya şehîdan destpê kir.

Piştire, peyama Navenda Hevkarî ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Nîgar Mîrxanî ve hat xwandin.

Herwiha, di beşek din a vê bernameyê de ku, ji aliyê girûpa birêveberiya vî merasimî ve hatibû amadekirin bo mezinahiya şehîdan serê xwe tewandin.

Piştire mamoste Amanc ji beşdarên vê merasimê re, muzîkekî bi navê “Hawara Şehîdan” pêşkêşî amadebûyan kir.

Di berdewamiya merasimê de, helbestek ji aliyê Vehîd Nadirî û pexişanek ji aliyê Kejwan Yûsifî ku her du jî yên Ehmed Rehmanî bûn hatin pêşkêşkirin.

Dîsa, di berdewamîya merasimê de, helbestek bi zimanê Danimarkî yê Mehmûd Erdem a bi navê “Bo bavê min yê şehîd” bi zimanê Danimarkî ji aliyê Xalid Paryad ve hat pêşkêşkirin.

Merasim bi xwendina sirûda Ey Şehîdan qedîya.

Rûpela Nû/Danîmarka

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?