Li Dagistanê li hember Kinîşte û Dêrê êrîşa terorîstî pêk hat

.

 Li Dagistan ya ser bi Rûsyayê êrîşek li hember Kinîşte û Dêrê pêk hat û di encam de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 terorîst jî hatin kuştin.

Li Komara Xweser a Daxistanê ya Rûsyayê danê êvarê kesên nasnameya wan nediyar êrîşa çekdarî li dijî Kenîşte û dêrê pêk anîn. Di daxuyaniya nivîskî ya wezateta navxwe ya Rûsyayê de hat ragehandin, ku demjimêrên êvarê de Kinîşte û Dêra li Derbentê rastî êrîşê hatin.

Hat ragehandin, li gor daneyên destpêkê 7 jê polîs, bi giştî 15 kesan  jiyana xwe ji dest dan, 4 terorîst jî hatin kuştin û êrîşkar jî bi wesayîteke reng sipî li cîhê bûyerê hilhatine.

Piştî pevçûnê ku di Kinîşteyê de şewat derket, tîmên agirkuj midaxileyê agir kirin. Herwaha tîmeke ku ji rayedarên herêmê û endamên komîteya lêpirsînê pêk tên, masa kirîzê hat avakirin.

Hat ragihandin ku Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê pisporên xwe şandine herêmê û ji bo tesbîtkirina nasnameya êrîşvanan xebat li herêmê hatiye destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye