Li dadgehên Tirkiyê sîstema darizandina online destpê dike

.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamid Gul ragahand ku êdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê parêzer edî di dozên hiquqî de dikarin neçin dadgehan û bi sîstema elektronîk ya bi navê e-duruşma parastinê li ser dosyayên muwekîlên xwe bikin. Parêzer jî li gorî sîstema nû amadekariyên xwe dikin.

Yek ji encamên Coronayê jî zêdebûna karên dijîtal û eletronîk e. Di gellek warên jiyanê de êdî kar bi şêweyekî elektronîk û li ser sîstemên dicîtal têne kirin. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî êdî di hinek dozên hiquqî de parêzer dikarin neçin dadgehan û hema ji ofîsên xwe bi sistemeke online beşdarî proseya darizandinê bibin.

Parêzer Mesut Ozer dibêje “Em ji vê sîstemê re dibêjin `E- Duruşma` sistem yekem car sala 1972 li Amerikayê derketiye. Nêzîkî 40- 50 sal beriya niha. Li Ewropayê jî ev sistema li Îtalyayê zêdetir di dozên mafyayê de kar pê hatiye kirin. Piştre êdî ev sistem zêde bûye ku dibêjinê SEGBÎS. Niha jî ji 46 welatên endamên konseya Yeketiya Ewropayê 39 welatan heye.”

Sîstema nû dê li 81 parêzgehan û li 1400 dadgehan were bikaranîn. Li gorî beşeke zêde ya parêzerên Baroya enqereyê biryar dê gellek asankariyê bike û proseyên darizandinê jî zûtir bihigin encamê.

Parêzer Yusuf Dere got “Sîstem dê li 81 parêzgehan hebe. Ew jî dibe asankarî ku parêzer neçar nebin bi seatan heta bi rojan di trafîkê de bimînin û ji bajarekî biçin bajerekî din, di gel aliyê aborî di aliyê manewî de jî sûda wê heye. Parêzer dikare li gorî şertên xwe li ofîsa xwe cubbeyê xwe li xwe bike û beşdarî darizandinê bibe ew jî bo parêzeraz avantaj e. Sîstemê dê ji aliyê azadiya parastinê ve jî encamên erenî hebin.

Wezareta Dadê pêstîr jî tevî nerazîbûna gellek aliyan sîstema SEGBISê amade kiribû ku li gorî vê sîstemê jî girtî ji girtîgehan dikarin bi şêweyekî online beşdarî proseyên darizandinê bibin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Kürt-Kav li Dêrsimê konferansekê li dar dixe
‘Rojavayê Kurdistanê mijareke sereke ya Konferansa Cenevreyê bû’
Brîtanya: Xwepêşanderan rê neda ku polîs koçberan desteser bikin
Konferansa Brukselê ya ji bo piştgiriya Sûriyeyê hat lidarxistin
Nêçîrvan Barzanî ji bo 4 çiyageran peyamek belav kir