Li Colemêrgê kolberekî 14 salî hat kuştin

Li gundê Çemekurkê yê navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê artêşa Tirkiyê gule bera kolberên kurd dane û di encama wê guleberana artêşa Tirkiyê da kolberekî 14 salî yê bi navê Vedat Ekincî hatiye kuştin û kolberekî din jî birîndar bûye.

Li gundê Çemekurkê yê navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê artêşa Tirkiyê gule bera kolberên kurd dane û di encama wê guleberana artêşa Tirkiyê da kolberekî 14 salî yê bi navê Vedat Ekincî hatiye kuştin û kolberekî din jî birîndar bûye.

Walîtiya Colemergê îro înê 02- 08- 2019an bi daxuyaniyekê aşkere kir ku hêzên emnî duhê li navçeya Rûbarokê li ser sînorê Herêma Kurdistanê teqeya hişyarîyê dane hin kesên li herêmê xuyabûne û ji ber çiyayîbûna herêmê guleyek pengizîye û li hemwelatiyekî ketiye. Herwiha ew hemwelatî bo nexweşxaneyê Rûbarokê hatiye veguhestin lêbelê di nexweşxaneyê da wî koça dawî kiriye.

Di berdewamiya daxuyaniyê da hatiye gotin:"Hêzên me yên ser sînorî hin kesên ku dixwastin bi rêya qaçax bikevin wê herêmê hişyar kirine ku li ser sînorê Bakurê Iraqê, 2 kîlometre nêzîkî sînorê navçeya Rûbarokê ya bajarê me, ji derveyî sînorên me ji hêla rêxistina terorê ve gelek caran tê bikaranîn. Lê kesên hatine hişyar kirin nesekinî ne û ji hêla Bakurê Iraqê ve ber bi sînorê me meşiyan e, li ser vê rewşê li gorî qaîdeyen angajmanê guleyên hişyariyê hatiye bera dan. Ji ber ku herêm kert û kort e û gelek lat û zinar lê heye, gule pekiya ye. Di encamê de welatiyekî me birîndar bûye. Welatiyê me yê birîndar ji hêla wesayîtên hêzên me yên sînorî şandine Nexweşxaneya Sehrayê ya Rûbarokê lê digel hemû midaxeleyan mixabin miriye.”

Herwiha Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan) ê Colemêrgê Sait Dede jî derbarê buyerê da aşkere kiriye ku buyer di roja 01- 08- 2019an saetên rojê de saet di navbera 16.00 û 17.00ê de pêk hatiy û Di navbera Gundê Çemekurkê û Başûrê Kurdistanê de tenê çemek heye. PIştî hûn çem derbas dikin, derbasî nav xaka aliyê din dibin. EV der cihekî wiha ye ku gelek kes her gav diçin û tên.

Dede amaje bi wê yekê jî kiriye ku Vedat Ekîncî bi qest hatiye gotin û wiha got: “Ji gund 5 kes serê sibê diçin, heman rojê vedigerin. DI rêya vegerê de leşker guleyan bera ser wan didin. Gundiyan got ku li bejahiyê û ji nêz gule bera dane.”

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da