Li Colemêrgê di serdegirtinên malan de herî kêm 30 kes hatine desteserkirin

.

Li Colemêrgê di saetên sibê de di serdegirtinên malan de herî kêm 30 kes hatine desteserkirin.

Li Colemêrgê di saetên sibê de di serdegirtinên malan de herî kêm 30 kes hatine desteserkirin

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di encama serdegirtinan malan de yên navenda Colemêrgê, Gever û Şemzînanê herî kêm 30 kes hatine desteserkirin. Hatiye zanîn ku kesên desteserkirî bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” tên tawanbarkirin û niha li midûriyetên navçe û navendê tên ragirtin.

Navên hinek kesên hatine desteserkirin wiha ne: Omer Çîtak, Rojbîn Şahînoglu, Yusuf Şahînoglu, Ferhat Toregûn, Remziye Ûrgûn, Bedran Ogmen, Bedran Ozdel, Vedat Dogan, Bariş Kameri, Musa Yigit, Naif Beyter, Bunyamin Seven, Gokhan Aksû, Fatma Yîgît,. Helîn Yîgît, Ferdî Guneylî, Mehmet Erbaş, Fatîh Akbaş, Fîkret Sayin, Mehmet Seven, Agit Kaya, Serhat Kurt, Fatîh Kurt û Îzzet Akdogan.

Di hilbijartina serokomariyê de namzetê Tifaqa Milletparêz Kemal Kiliçdaroglu li Colemêrgê bi ji sedî 72,32 dengan bûbû yekemîn; Namzedê Tifaqa Cûmhûr Recep Tayyîp Erdogan bi ji sedî 24,64 dengan bûbû duyemîn.

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû