Li Colemêrgê bo dema 36 demjimêran sînordarkirina çûnûhatinê

.

Li navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ve biryar bû di 28ê Mijdarê de meşek ji navenda bajêr ber bi sînor ve bi navnîşana ji “şer û dagirkirinê re na” were lidarxistin. Parêzgariya Colemêrgî bo rêgiriyê li vê meşê bike, li hinek cihên bajêr hatinûçûnî sînordarkirin û kombûn wê werin qedexekirin.

Cîbicîkirina vê qedexeyê jî 27ê Mijdarê demjimêr 8:00 despêdike heta 28ê Mijdarê demjimêr 20:00ê.

Derbarê vê meşa ku biryarbû bi slogana “Ji şer û dagirkirinê re na” di 28ê mijdarê de li Geverê were li darxistin de Parêzgariya Colemêrgê daxwiyaniyek da û di vê daxwiyaniya xwe de dibêje:

"Ji bo pêkanîna nîzam û ewlekariya giştî di nav sînorên parêzgehê de, bo dabînkirina ewlekariya can û mal, parêzbendiya kes, ewlekariya dever û aramiya xelkê, ji derveyî çalakiyên ku parêzgarî û qeymeqamtî guncaw dibînin, li gor xala 19ê ya yasaya civîn û xwepêşandanan hejmara 2911 biyara qedexekirina ketin û derketinê bo hin cihên parêzgehê ji bo kesên ku goman li wan tê kirin ku wê tevlîheviyê bikin hatiye dayîn. Ji 27ê Mijdarê demjimêr 08:00 heta 28ê Mijdarê demjimêr 20:00 ev qedexe wê berdewam bike, bo kombûn û çûnûhatina otomobîlan di nav sînorên Colemêrgê de ku navend bajar û navçeyan digre nav xwe bên qedexe kirin,bo dema 36 demjimêran.”

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin