Li Colemêrgê 5 sal û nîv in qedexeya meş û civînan berdewam e

.

Li Parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya hemû çalakiyên wek meş, civîn, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev û vedana konan ku ji Gulana 2016an ve heye dîsan bo dema 15 rojan hat dirêjkirin.

Parêzgariya Colemêrgê ragihand, qedexeya meş, civîn, xwepêşandan û çalakiyan bo dema 15 rojên din hatiye dirêjkirin. Li Colemêrgê qedexeya meş, civîn, xwepêşandan û çalakiyan ku 26ê Gulana 2016an hat ragihandin heta îro bê navber tê dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Colemêrgê ve hatiye belavkirin, ji 13ê Kanûna 2021 ve heta 27ê Kanûna 2021ê hemû çalakiyên wek meş, civîn, xwepêşandan, protesto, çalakiya rûniştinê, mîtîng, çalakiyên bi deng û dîmen, komkirina îmzeyan, grevên birçîbûnê, vedana kon û standan, belavkirina belavok, danezan û afîşan, daleqandina posteran û çalakiyên wiha qedexe ne.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku destûr bo wan tê dayîn.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê qedexeya hemû çalakiyan ji 2016an ve bê navber berdewam e.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle