Li Colemêrgê 11 dever hatin qedexekirin

.

 Li  parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 11 dever bi hinceta “têkoşîna li dijî terorê” di bin navê “herêmên ewlehiya taybet” de heta dawiya îsal ji çûn û hatinê re hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê  Parêzgariya Colemrêgê ve hatiye belavkirin 11 deverên ku li navçeyên  Çelê, Rûbarok, Şemzînan û Geverê yên wê parêzgehê, ji demjimêr 00.00ê 14yî Çileya 2022ê heta demjimêr 23.59ê  31ê Kanûna heman salê wek herêmên ewlehiya taybet hatin ragihahandin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hate dayîn li deverên wekî “herêma ewlehiya taybet” hatine ragihandin, çûn û hatina xelkê sivîl a bo wan cihan hatiye qedexekirin.

Parêzgariya Colemêrgê di daxuyaniya xwe de îdia dike ku biryara qedexeyê  ji bo parastina can û malên welatiyan û berdewamiya aramiya herêmê wek tedbîr di çarçoveya yasayan de hate dayîn.

Ev di demekê de ye ew dever  herî dawî ji 1ê Çileya 2022ê  heta 14ê Çileya heman salê bo  dema 15  rojan  wek herêmên ewlehiya taybet hatibûn ragihandin, bi vê biryara nû ya parêzgariyê qedexeya wan deveran bo dema salekê  hat dirêjkirin.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin