Li çiyayên Çewlîgê zêdeyî hezar û 500 pezkovî hene

.

Li parêzgeha Çewlîgê, hejmara pezkoviyan di nav du salên dawî de 205 zêde bûye û gihişte hezar û 506 pezkoviyan.

Li gorî Yekîtiya Cîhanî ya Parastina Xwezayê, pezkovî di Lîsteya Sor a  wan core zindîweran de ye ku nifşê wan di bin metirsiya nemanê de ye.

Rêvebirê Parastina Xweza û Parkên Neteweyî yê Şaxa Çewlîgê Erkan Davran ragihand ku piştî qedexekirina nêçîra pevkoviyan li çiyayên Çewlîgê, hejmara wan her sal zêdetir dibe.

Erkan Davran da zanîn ku li Çewlîgê sala 2021ê hezar û 301 pezkovî hebûn û di nav du salan de hejmar gihişte hezar û 506 pez koviyan.

Piraniya pezkoviyên li Çewlîgê li çiyayên navçeyên Kêxê, Çêrme, Kanîreş û Xorxolê tên dîtin û digerin.

Davran herwiha got ku di sê salên dawî de, ji bo ajelên kovî, 65 ton êm li xwezayê belav kirine.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ