Li Çiyayê Başîkê teqe li xaleke Pêşmerge hat kirin

.

Şeva bihorî li çiyayê Başîkê teqe li xaleke hêzên Pêşmerge hat kirin û Berpirsê Mihwera Başîkê ya Pêşmegre jî dibêje, “tenê 3 gule arasteyî xaleke Pêşmerge hatiye kirin û ti ziyanek nebûye.”

Berprisê Mihwera Başîk ya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê, Mûsa Gerdî şeva Pêncşembê ji Rûdawê re ragihand, “sê gule arasteyî xaleke Pêşmerge hatin kirin, Pêşmerge jî bersiv daye û ti ziyanek çênebûye.”

Berprisê Mihwera Başîk ya Hêza Pêşmerge got jî, ew nizanin ew çekdar kî bûn û ser bi kîjan alî ve bûn, wan çekdaran “gule teqandine û piştre navçe bicih hiştine.”

Qezaya Başîkê dikeve bakurê bajarê Mûsilê, navenda bajêr di bin kontrola hêzên Iraqê de ye û xalên serbazî yên wan hêzan li wê derê hene, lê çiyayê Başîk û derdora wê di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle