Li Çewlîgê daxwaza sazkirina Festîvala Xwazayê û Çandê hat redkirin

.

Li parêzgeha Çawlîgê ya Bakurê Kurdistanê Festîvala Xwezayê û Çandê ku dihat xwestin di 12-13ê Tebaxê 2023an de bê kirin, bi hînceta “belgeyên daxwaznameyê kêm in û cihê ku festival lê were sazkirin tune ye” ji aliyê qaymaqamtiyê ve hat redkirin.

Li gor agahiyan, Yekîtiya Komeleyên navçeya Gêxî (KIDEB) xwestine di 12-13ê Tebaxê de festîvalekê li parêzgeha Çewlîgê li dar bixin û bo wergirtina destûrê serî li qaymeqamiyê dane. Lê qaymeqamiya Gêxiyê bi hînceta belge kêm in û cihê festival lê bê kirin tune ye destûra sazkirina festival nedaye.

Tê gotin di 15ê Hezîranê de dema Yekîtiya Komeleyên Gêxiyê bi belgeyeke nivîskî serî li qaymeqamiyê dane  û wê demê qaymeqam erênî nêzîkî wê daxwaza wan bûye.

Lê 18ê Temuzê bi awayekî nivîskî qaymeqamiyê bersiva wê daxwaza wan daye û gotiye “belge kêm in û cihê festival lê were sazkirin tune ye” bi vî awayî ev daxwaza wan hatiye redkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle