Li çendîn bajarên Îran û Kurdistanê xelkê li dijî rejîmê xwenîşandan kirin

.

Tevî hebûna rewşa tund a ewlehî li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wek Sine, Mihabad, Bokan û herwisa çend bajarên Îranê, xelkê serhildêr şeqam daxistin û li dijî rejîma Îranê silogan dan.

Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, serhildêrên azadîxwaz di çileya şehîdên doza azadiyê û bo tolhildana xwîna wan serhildêran rijiyane ser şeqaman û xwenîşandan kirin û silogana bimre dîktator dan.

Herwisa di xwendingeheke keçan a vî bajarî de keçên azadixwaz li çileya şehîdên wî bajarî, li xwendingehê silogana “Bokanê şehîd dane û ji mirinê natirse, jin, jiyan, azadî, azadî bo Kurdistan” dan.

Di taxa Xefûr a bajarê Sineyê de, ciwanên azadîxwaz bi şewitandina tekeran şeqam daxistin.

Ciwanên bajarê Mihabadê jî, bi şewitandina tekeran li ser şeqam, silogana “jin, jiyan, azadî” dan.

Herwisa li bajrê çendîn taxên Tehranê, xelkê silogana bimre Xamineyî dan.

Di bajarê Bender Enzeliyê yê girêdayî parêzgeha “Gîlan”ê,  xelkê serhildêr binkeya besîcên rejîmê şewitandin.

Di bajarê “Amol” yê girêdayî parêzgeha Mazenderanê de serhildêran bo nîşandana nerizayetiya xwe li şeqaman agir hilkirin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye