Li çend navçeyên Şirnexê wekî herêma ewlekariyê hate ragihandin

.

Li Şirnexê, li dorûbera gundên Çiyayê Cûdî, navçeya Besta û Feraşînê wekî herêma ewlekariyê ya taybet hate ragihandin.

Parêzgeha Şirnexê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, ji bo parastina nîzama civakî û asayîşa niştimanî û nehêlana bûyerên tûndûtîjiyê li dorûbera gundên Çiyayê Cûdî, navçeya Besta û Feraşînê heta 15 rojan wekî herêma ewlekariyê ya taybet hate ragihandin.

Diyar kir jî, dema qedexeyê dê ji 30ê Hezîranê destpê bike û heta 14ê Tirmehê berdewam bibe. Parêzgeha Şirnexê daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo parastina can û malê xwe bila serdana navçeyên ewle nekin.

Basnews

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir