Li Bodrumê ser bi malên Kurdan de girtin

.

 Li navçeyên Bodrum û Mîlasê yên bajarê rojavayê Tirkiyê Muglayê polîsan ser bi malên Kurdan de girtin û 7 kesên ku hinceta beşdarî Newrozê bûne û bi îdîaya 'propagandayê' hatin desteserkirin.

Piştî pîrozbahiyên Newrozê li navçeyên Bodrum û Mîlasê yên bajarê rojavayê Tirkiyê Muglayê lêpirsîn hat destpêkirin.

Polîsên Tirkiyê di çarçoveya lêpirsînê de ser bi malên hin welatiyên ku beşdarî Newrozê bûne de girtin û 7 kes bi tometa 'propagandaya PKKê' desteser kirin.

Hat destnîşankirin ku serdegirtinên malan bi biryara Rêveberiya Ewlehiya Muglayê û rêveberiyên polîsan ên navçeyê kirin.

Herwiha hat diyarkirin ku polîsan dest danîne ser hin materyalên dîjîtal ên ku ji malên welatiyên hatin desteserkirin hatin dîtin.

Lêpirsîna li ser 7 Kurdan berdewam dike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle