Li Biradostê goreke bikom hat dîtin: Paşayek û 10 parêzvanên wî tê de ne

.

Li gundekî herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê, di dema cotkirina zeviyê de goreke bikom hat dîtin ku dîroka wê vedigere beriya niha bi 2 hezar û 500 salan.

Di gorê de hestiyên 11 mirovan û hespekî hene.

Bûyer li gundê Xelîfanê yê li bakurrojhilatê bajarokê Sîdekanê çêbû.

Cotkarekî dema zeviya xwe cot dikir, gîsinê wî li gorê ket û ew dît.

Tîmên şûnwariyê gihîştin cihê bûyerê û bermahî û parçeyên cêran kom kirin.

"Paşa û parêzvanên wî"

Li gorî lêkolînên destpêkê, kûrahiya gorê metreyek û nîv e û ya "Serdema Hesin" e.

Di gorê de hestiyên 11 mirovan, hespek û du cêr hatine dîtin.

Tê pêşbînîkirin ku ev vedîtin nehêniyên jiyan û mirina mirovan, şaristanî û baweriyên olî yên hezarsala yekem a berî zayînê ya wê serdemê ronî bike.

Welatiyê bi navê Celar Uzêrê ku gor dîtiye ji Rûdawê re got:

"Ez mijûlî cotkirina zeviya xwe bûm, min dît ku çalek derket.

Min bi ronahiyê mêze kir û min dît ku jûrek e û dîwarê wê hatiye hûnandin.

Li gorî bîranînên me û bav û kalên me, ev zevî qet nebûye cihê avahiyan û goristan lê nebûye, ev cara yekem e ku tiştekî wiha tê dîtin."

"Şêweyê gorê wekî belemê ye"

Birêvebirê Şûnwaran ê Soranê Ebdulwehab Silêman li ser girîngiya dîrokî ya vedîtinê ragihand:

"Şêweyê gorê wekî belemê ye û dîroka wê vedigere beriya niha bi 2 hezar û 500 salan.

Ev dîrok bi rêya wan cêran derket holê ku bi miriyan re hatibûn binaxkirin."

Birêvebirê Şûnwaran ê Soranê wiha anî zimên:

"Em difikirin ku kesê sereke yê di gorê de paşaekî herêmê be û ew 10 zilamên din ên ku bi wî re hatine binaxkirin, xizmetkar û parêzvanên wî bin.

Ew ji bo ku di cîhana miriyan de hevaltiya paşaê xwe bikin bi wî re hatine binaxkirin."

Hestî û parçeyên şûnwariyê ji bo lêkolînên zêdetir veguhastine navendên lêkolînan ên şûnwariyê.

Li gorî amaran, li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê heta niha hezar û 150 cihên şûnwariyê hatine dîtin û tomarkirin ku 180 ji wan li herêma Bradostê ne.

Kurdistan Haberleri

Reuters: Pakistanê 8 hezar serbaz û balafirên şer bo parastina Sûdiyeyê şandin
Muzexaneya Duhokê: Bîra dîrokî ya jiyana kurdewarî
Wezareta bergiriya Tirkiyê fermana seferbeglikê ji bo 7.686 kesan şand
Jimara kesên bê kar ji 13 milyonan derbas kir
Keştiya USS Gerald R. Ford dageriya DYAyê