Li Bexdayê teqîn: Mirî û birîndar hene

.

Li herêma Banûkî ya li rojhilatê Bexdayê tankereke sotemeniyê teqiya. Li gorî agahiyên destpêkê 9 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar hene.

Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê di dema lîstika futbolê de li nêzî stadyumeke teqînek çêbû.

Li gor agahiyên berdest sedema teqînê tankereke sotemeniyê bûye û avahiyên li nêzîkî bûyerê jî wêran bûne.

Derbarê bûyerê de peyamnêrê Rûdawê jî ragihand ku hejmareke mirî û birîndar hene.

Çavkaniyeke ji Bexdayê ragihand ku di bûyerê de 9 kesan canê xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, teqînek li bakurê rojhilata Bexdayê rû da.

Herwiha hat zanîn ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê li ser wê bûyerê lêkolînan dikin û heya nayê zanîn ka sedema teqîna tankê ji ber çi bûye.

ÇAVKANΠ: RUDAW

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle