"Li Bexdayê 15 xwepêşanderan canê xwe ji dest dan"

.

Ji ber alozî û pevçûnên di navbera xwepêşanderan û hêzên çekdar ên Navçeya Kesk de, 15 xwepêşanderan canê xwe ji dest dan.

Ji ber alozî û pevçûnên di navbera xwepêşanderan û hêzên çekdar ên Navçeya Kesk de, 15 xwepêşanderan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 300 xwepêşander jî birîndar bûn.

Jêderekî ji Kurdistan24ê re ragihand, ji ber alozî û pevçûnên di navbera xwepêşanderan û hêzên çekdar ên Navçeya Kesk de, 15 xwepêşanderan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 300 xwepêşander jî birîndar bûn.

Ev di demekê de ye ku roja duşemê 29ê Tebaxa 2022yan Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir destê xwe ji karê siyasî vekişand û piraniya sazî û dezgehên ser bi wê tevgerê ve girtin.

Sedir destnîşan kir, tevî ku wî destê xwe ji karê siyasî vekişandiye, lê Necef her dem wek lêvegereke mezin dimîne.

Ev biryara Sedir piştî wê tê, îro Kazim Haîrî ku bi lêvegerê Tevgera Sedir li Iraqê tê zanîn ragihand, ji ber nexweşiyê karîna wî nemaye karê olî bike û daxwaz ji alîgirên xwe kir, pabendî rênimayên Rêberê Îranê Elî Xamineyî bin.

Kurdistan Haberleri

PWK Ewropa Beşdarî Kongreya Yekemîn a Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Bû
Li Îraqê operasyona mezin a gendeliyê: Parlamenter û berpirsên bilind hatin desteserkirin
Nêçîrvan Barzanî Koma Dostaniya Kanadayî-Kurdî qebûl kir
Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin