Li ber girtîgeha Evîn a Tehranê protestoya cezayê îdamê

.

Çalakvan û xizmên girtiyên siyasî yên ji aliyê dadweriya Îranê ve cezayê darvekirinê li wan hatine sepandin, li ber girtîgeha Evîn a Tehranê kom bûn û daxwaza betalkirina cezayê darvekirinê kirin.

Hate ragihandin ku di çarçoveya kampanya "Sêşema na ji darvekirinê re" de îro Sêşemê çalakvanên civaka sivîl û malbatên girtiyên siyasî yên cezayê darvekirinê li zarokên wan hatine birîn, li ber Girtîgeha Evîn civiyan û xwestin cezayê îdamê were betalkirin.

Di nava kesên tevlî çalakiyê bûne de çalakvanên mafên mirovan û xizmên Nêrgiz Mihemedî, Cehfer Penahî, Hestî Emîrî, Areş Sadiqî, Kamîz Nurozî, Şiqayîq Muradî, Arya Şêxî û Hisên Rezaq amadehî kirin.

Hêjayî gotinê ye, li gelek girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hemû rojên sêşeman wek nerazîbûn li dijî cezayê îdamê girtî dikevin grevên birçîbûnê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle