Li Bendava Tişrînê sivîl hatin bombebarankirin: Mirî û birîndar hene

.

Di bombebarana li Bendava Tişrînê de 2 sivîl mirin û 10 kes jî birîndar bûn.

Êrişên çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" ya nêzikî Tirkiyeyê yên li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam dikin.

Li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê di navbera HSD û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.

Her wiha Tirkiye jî bi dron, topbaran û balafirên şer jêrxaneyên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku droneke Tirkiyeyê îro sivîlên ku li Bendava Tişrînê nobed digirt bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de 2 sivîlan canê xwe ji dest da û 10 sivîl jî birîndar bûn.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê jî bi armanca parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan li bendavê nobedê digire.

Tirkiyeyê heta niha gelek caran êrişî wan sivîlan kiriye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle