Li Belûçistanê şerê hêzên Îranê û çekdaran: 3 kes hatin kuştin

.

Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê di encama şer û pevçûnên di navbera Supaya Pasdarên Îranê û hejmarek çekdarên xwecihî de endamekî Supaya Pasdarên Îranê û 2 çekdar hatin kuştin û 6 jî hatin desteserkirin.

Şerê di navbera Supaya Pasdarên Îranê û hejmarek çekdarên xwecihî de îro Înê danê sibehê li bajarê Hamûn ê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê qewimî.

Fermandehiya Qudsê ya Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku “hêzeke serhildêr a çekdar” li bajarê Hamûn ê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê rûbirûyê Supaya Pasdarên Îranê bûne û di şer û pevçûnê de 2 endamên hêza çekdar û endamekî Supaya Pasdarên Îranê hatine kuştin.

Li gorî ragihandina Supaya Pasdarên Îranê, navê wî endamî Erdeşîr Xetîbî ye lê li ser her du kuştiyên hêza çekdar ti agahî nedan.

Supaya Pasdarên Îranê her wiha da zanîn ku têkildarî bûyerê 6 kes hatin desteserkirin û dest danîne ser hejmareke zêde ya çek û cebilxaneyan.

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir