Li Batmanê di derbarê seredana heyeta PWKyê ya Başûrê Kurdistanê de civîna agahdarîyê

.

Îro(02.12.2023) şandek ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay(Cano Amedî), Vahit Aba û Cano Amedî û endamê Komîteya Birevebir a Navendî û Serokê Komîteya Ewropayê ya PWKyê Baran Boskan û endamê Meclîsa Partîyê û Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran pêkhatî seredana Teşkîlata PWKyê ya Batmanê (Elih) kirin.

Li Teşkîlata Batmanê ya PWKyê di derbarê seredana heyeta PWKyê ya Başûrê Kurdistanê de civîna agahdarîyê hate li dar xistin.

Di destpêkê de Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr bixêrhatina beşdaran kir.

Paşê hersê rêveberên PWKyê yên ku beşdarî seredana Başûrê Kurdistanê bibûn(Cano Amedî, Vahît Ava, Baran Boskan) li ser seredana heyeta PWKyê agahdarî dan. Baran Boskan herweha bi taybet li ser Arşîva Kurdî jî agahdarî da.

Piştî agahdarîyên ku hatin pêşkêşkirin, pirsên beşdaran hatin bersîvandin.

Dîyar bû ku seredana heyeta PWKyê ya li Başûrê Kurdistanê tesîreke gelek baş û erênî li ser beşdarên civînê kirîye.

Civîn bi awayekî berhemdar bi dawî hat.

02.12.2023

Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle