Li başûrê Kurdistanê 5 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin

.

 Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku di “Operasyona Pence-Kilîdê” de 5 leşkerên wan hatine kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku li devera “Operasyona Pence-Kilîdê” ku dikeve nav axa başûrê Kurdistanê, PKKyê li dijî leşkerên wan çalakiyek kiriye.

Wezaretê, berê diyar kiribû ku di çalakiyê de 3 leşkerên wan ên bi navên Fatîh Ugur Altinbaş, Ugur Ozdemîr û Kemal Ozek hatine kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ya herî dawî, her du leşkerên birîndar jî mirin û hejmara leşkerên kuştî bû 5.

Leşkerên ku vê dawiyê mirine jî Mahmut Uçdag û Ozkan Lale ne.

“Operasyona Pence-Kilîdê” kengî dest pê kir?

Artêşa Tirkiyeyê roja 17ê Nîsana 2022an li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên nav axa başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdeam dike.

“Operasyona Pence-Kilîdê” deverên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Ji wê demê ve li wan deverên şerê di navbera gerîlayên PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de berdewam e.

Kurdistan Haberleri

Zohran Mamdani bû yekem şaredarê Misilman ê New Yorkê
Li Tehranê metirsiya mezin: ‘Tenê têra 2 hefteyan ava me maye’
DW: Berpirsê PKKyê yê Hamburgê hat desteserkirin
Koşka Spî: Serok Trump dê duşemê bi Ehmed Şer re bicive
Şirketeke Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê ofîsa xwe vekir