Li Başîkê êrîşeke mûşekî li dijî serbazgeha Tirkiyê hat kirin

.

"5 mûşek ji bo avêtinê hatibûn amadekirin, lê belê ji wan 2 mûşek nehatibûn teqandin."

Dije Terora Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, 3 mûşek arasteyî serbazgeha Zêlkan a li nahiya Başîk a ser bi parêzgeha Neynewa hatin kirin, ku sekoya mûşekan li nêzîkî komelgeha "Hîma City" ya li bajarê Mûsilê hatibû bicihkirin.

Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îro înê di demjimêr 21:20ê de, sê mûşek arasteyî serbazgeha Zêlkan a li nahiya Başîkê ya ser bi parêzgeha Neynewa hatin kirin, ku hêzên artêşa Tirkiyê di wê serbazgehê de ne.

Dije Terora Kurdistanê herwiha eşkere kir, yek ji wan mûşekan li nêzîkî serbazgehê ketiye xwarê û du mûşekên din li derdora gundê Gudad ketine, ti ziyaneke canî û maddî derneketiye holê.

Herwiha hat diyarkirin, sekoya mûşekan li nêzîkî komelgeha "Hîma City" ya li bajarê Mûsilê hatibû bicihkirin, ku dikeve bin desthilata Hikûmeta Federalî, tê de pênc mûşek ji bo avêtinê hatibûn amadekirin, lê belê ji wan 2 mûşek nehatibûn teqandin.

Du mûşekên ku nehatine teqandin

Grûpeke milîs a Iraqê ya bi navê "Berevaniya Îslamî ya Azadkirina Iraqê" li ser hesabê xwe yê Telegramê berpirsyariya xwe li ser mûşekbarankirina serbazgeha Zêlkan a Tirkiyê ragihand.

Li gor daxuyaniya wê grûpa milîs, armanca wan tolhildana şehîdên topbarana artêşa Tirkiyê bû, ku di topbaranê de 9 geştyarên Ereb ên ji naverast û başûrê Iraqê, şehîd bûn û 26 kesên din jî birîndar bûn.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin