Li balafirgeha Silêmaniyê teqîn!

.

 Li balafirgeha li navçeya Erbetê ya Silêmaniyê teqînek çêbû.

Hat zanîn ku di bûyerê de 3 endamên Yekîneya Dijî Terorê ya Pêşmerge şehîd ketine û 3 jî birîndar bûne.

Çavkaniyên Rêveberiya Asayîşê ya Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand ku li balafirgeha li navçeya Erbetê teqînek çêbûye.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di teqînê de 3 endamên Yekîneya Dijî Terorê 3 kes şehî ketine û 3 kes jî birîndar bûne. 

Herwiha hat ragihandin ku birîndar birine Nexweşxaneya Pêşmergeyê ya Silêmaniyê.

Nûçegihanê Rûdawê Nizar Caza çû balafirgehê û got ku ji ber teqînê kabîneyek bi temamî hilweşiyaye.

Heta niha nayê zanîn bê ma sedema teqînê êrişeke dronî ye yan tiştek din e.

Di dîmenên ewil ên ku gihîştine destê Rûdawê de tê dîtin ku li balafirgehê dûman bilind dibe.

Li aliyê din, welatiyên li derdorê ragihand ku wan dengê teqîneke bihêz bihîstiye.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji ber beşdariya xwenîşandanan ceza li 2 hunermendên Kurd birî
Nêçîrvan Barzanî pileyên 729 efserên Asayîşê bilind kirin
Li Îranê xwendekarek hat bidarvekirin
Muna Qehweçî: Gelê Kurdistanê zêdetir hincetan bo çalaknekirina parlamenê qebûl nake
Hespê xwe zîn bike, rêya me dûr e!