Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kampanya dersa bijarte ya zimanê Kurdî berdewam e

.

 Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê proseya serlêdana dersên bijarte berdewam e û xwendekar dikarin heta 20ê Çileya îsal, dersên şêwazarên Kurmancî û Zazakî/Kirmançkî yên Kurdî hilbijêrin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye îsal jî kampanayaya di dersa bijarde de zimanê Kurdî hilbijêre hat despêkirin.

Ji bo ku xwendekar di dibistanan de zimanê Kurdî hilbijêrin duh 10ê Çile 2023ê, wek par îsal jî HEZKURDê kampanyayek da despêkirin.

Ji malbatan û xwendekaran daxwaz dikin ku dersa Kurdî hilbijêrin. Her wiha ji rêkxistinên ziman û partiyên siyasî jî daxwaz dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê

Serokê Tevgera Azadî Metin Pirani got “Hûn dizanin par jî em wek Hereketa Zimanê Kurdî û Hereketa Azadî herwia HAKPAR xebateka berfireh dabû meşandin. Îsal jî me dest pêkê ji bo xebatên hişyarkirina gelê xwe, lê divê îsal ferqek bibe ne tenê Hereketa Zimanê Kurdî û Hereketa Azaî û HAKPAR divê hemû partiyên siyasî, ronakbîr, rewşenbîr, nivîskar tev helmeteke mezin bidin meşandin daku xelkê me agahdar bikin.”

Ligel ku her sal di navbera 3 û 20ê Çileyê de serlêdana dersên bijarde dest pê dikin, Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê heta niha dema hilbijartina dersa bijarde diyar nekiriye.

Sendîkayên perwerdê yên ku Rûdawê xwe gihandinê wan; Rêveberên Egitm-Senê diyar kirin ku derbarê mijarê de ti agahiyek fermî wernegirtine û Egîtîm-Bîrsenê jî da zanîn ku heyama serlêdanên dersa bijarde dê di 20ê Çileya 2023yan de biqede.

Bo wê giringe ku kesên serlêdanê bikin vê dema mayî baş binirxînin.

Zimanzanê Kurd Zana Farqînî got “Ya giring ne ew e ka hejmara kesê ku di van waran de dixebitin zêde dibe nabe yan jî hişmendiya ku di warê ziman de heye di çi astê de yê di nav rewşenbîrên me de. Ya ku min xemgîn dike rewşa ciwan û zarokên me ne ji ber ku ew dahatiya wî zimanî ne. Gava ku ev zimanê emanet ku ji dê û bavên xwe stendine neqlî ba zarokan nekin, dahatiya vî zimanî jî dikeve tengasiyê qet nebe li Bakur.”

Bo bijardeya dersa Kurdî par gelek rêkxistinên zimanê Kurdî û civakî piştgirî dabûn vê kampanyayê. Her wiha Rûdawê jî rûmala wê kiribû. 

Lê îsal Serokê Şaxa Amedê yê partiya DEVAyê, Cîhan Ulsen û Endamê Encûmena Rêveberiya Navendî yê AKPê Alaattîn Parlak li ser hesabê xwe yê twitter ji xwendekar û dê û bavan daxwazkirin di dersên bijarde de Kurmancî û Zazakî hilbijêrin.

Par di dersa bijarde de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetir ji 20 Hezar kesan zimanê Kurdî bi zaraveyên Kurmancî û Zazakî hilbijartibûn.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?