Li Bakurê Kurdistanê sir û serma berdewam e

.

 Li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber sir û sermayê cade û kolanan qeşa girtine. Li Erzeromê her derî qeşa girtiye û welatiyan betanî bi ser otomobîlên xwe dakirine daku wan ji sir û sermayê biparêzin. Serê sibehê li bajêr mij û moran bû û çiqlên daran bi berfê xemilîne.

Li Erdexanê jî sermaya zêde û mij û moranê bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye. Li bajêr ji ber sermayê dar û pelên wan xwêsî girtin. Welatiyan çadir û betanî bi otomobîlên xwe dakirine daku wan ji qeşayê biparêzin.

Li parêzgeha Agirî du roj e sir û sermayeke zêde û mij heye. Serê sibehê li ser rêyên Agirî – Îran, Agirî-Erzerom û Agirî-Wanê şofêran ji ber mij û morana zêde demên zehmet derbas kirin. Li bajêr çem û rûbaran û herwiha otomobîl û camên dikanan jî bûz girtine.

Li Qersê jî rewş bi heman awayî ye. Ji ser banan zembelîlk ber bi jêr bûne û dar û pelên wan xwêsî girtine. Li gundan jî piştî berfê zarok derketin derve û ji xwe re dest bi leyistikên ser berfê kirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle