Li Bakurê Kurdistanê ji bo Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê çalakî tên li darxistin

.

Baroyên Mêrdîn û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê bi boneya 21ê Sibatê roja Cihanî ya Zimanê Dayikê çalakiyan lidardixin.

Komîsyona Mafên Ziman û Çandê ya Baroya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bi boneya 21ê Sibatê roja Cihanî ya Zimanê dayikê bernameyeke 4 rojan ragihand.

Komîsyona navborî amaje bi wê yekê daye çalakiyên roja Cihanî ya Zimanê Dayikê di 17yê Sibatê de  demjimêr 19.30ê roja Pênçşemê bi konsereke dengbêjan destpêdike û heta 21ê Sibatê bi çalakiyên corbicor ên çandî û rêze panelên li ser ziman berdewam dike.

Li aliyê din Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Êlihê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, ku  ji bo balê bikişînin ser zimanê Kurdî di 20ê sibatê de zîncîreyeke panelan li hola Tahîr Elçî ya Baroya Êlihê saz dikin.

21ê Sibatê ji aliyê UNESCOyê ve di 17 Mijdara 1999an de li cihanê weke Roja Zimanê Dayikê hate qebulkirin.

Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin. Armancên vê rojê balkişandina ser mafê perwerdehiya zimanê dayîkê, bilindkirina têgihiştinan ji bo civakeke pirçandî, bilindkirina toleransan li hember mirovên cihêreng e.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN