Li Bakurê Kurdistanê germa zêde ya havînê heta deh rojan jî kêm nabe

.

Li Bakurê Kurdistanê, pêla germa zêde di meha Tebaxê de gihîştiye asta herî bilind û tê çaverêkirin pileya germê hê jî zêdetir bibe.

Li gorî pêşbîniyan li hinek navçeyên Bakurê Kurdistanê yên wekî Cizîra Botan, Silopya, Heskîf û Bismilê pileya germê digihe 48an.

Li bajarên Diyarbekir, Meletî, Sêrt û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê jî pileya germê digihe dora 50yî ku pileya germê ji asta demsala havînê zêdetir dibe.

Li gorî pêşbîniyên Saziya Keşnasayê, dê piştî germa Afrîkayê vê carê jî germa ku ji aliyê Besrayê tê bandorê bike û heta zêdetirî deh rojan jî dewam bike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle