Li Bakurê Kurdistanê erdhejeke bihêz rûda

.

Li parêzgeha Girgumê ango Meraşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 7.4 pile erdhejek çêbû û li seranserê bajarên Bakurê Kurdistanê û heta Hewlêr û gelek bajarên Tirkiyê  jî hat hestkirin. Li gor agahiyên destpêkê ji ber erdhejê li Girgumê û bajarên derdorê hejmarek avahî hilweşiyane û qurbanî jî hebeûne.

Navenda Tomarkirina Erdehejan a Kandîllî ya Tirkiyê ragihand ku îro roja Duşemê 6ê Sibata 2023an li bajarê Girgumê yê Bakurê Kurdistanê di demjimêr 04.17ê erdhejek bi hêza 7.4 pileyên rîxterê çêbûye.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) jî diyar kir ku, erdhej bi kûrahiya 7 kîlometre pêk hatiye û derdora 30 çirkeyên berdewam bûye û bandora wê li ser bajarên derdorê jî hebûye.

Li gor agahiyên destpêkê ji bile Girgumê li bajarên derdorê weke Amed, Riha, Meletî, Oamaniyê, Semsûr û Dîlokê jî hejmareke avahî hilweşiyane.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî eşkere kir ku piştî erdheja ewil 22 erdhejên din bi hêza 6.2 pile çêbûne.

Soylu herwiha piştrast kir ku li herêmê gelek avahî hilweşiyana û hejmarekê welatiyan jî canê xwe ji dest dane.

Tê nûkirin….

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?