Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nirxê genim û ceh hat diyarkirin

.

 Saziya Berhemên Axî (TMO) ya Tirkiyê  ragiahand ku ew dê tonek genimê ard bi 9 hezar û 350 lîreyên Tirkî (361 dolar) û tonek ceh jî bi 7 hezar û 725 lîre (298 dolar) ji cotkarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bikire.

Ev demeke çavê cotkarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li benda nirxên îsal ên ceh û genim ên Saziya Berhemên Axî (TMO) bûn.

Saziya navborî roja Duşemê 26ê Hezîrana 2023an ragihand ku ew dê di serdema îsal a çandiniyê (2023-2024) de tonek genimê nan an jî ard  bi 9 hezar û 350 lîreyên Tirkî ku dike 361 dolar û tonek genimê meqerneyan jî bi 10 hezar û 200 lîreyên Tirkî ku dike 393 dolarên Amerîkî ji cotkarên Bakurê Kurdistan Tirkiyê bikire.

Saziya Berhemên Axî (TMO) nirxê her tonek ceh jî wek 7 hezar û 725 lîre diyar kiriye ku ew jî dike derdora 298 dolarên Amerîkî.

Ji ber daketina  nirxê lîreyê Tirkî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bihayê sotemeniyê tenê di 3 heftiyên dawîn de zêdeyî ji sedî 23 bihabûye û ev jî sedema sereke ya zêdebûna xerciyên çandiniyê ye û cotkar van nirxên ku hatine ragihandin kêm dibînin û nerazî ne.

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin