Li bakurê Dêrezorê teqîn; 5 çekdarên Sûrî yên Hizbullahê hatin kuştin

.

- Li bakurê Dêrezorê mînek bi otomobîleke serbazî ya Hizbullaha Lubnanî de teqiya û 5 çekdarên Sûrî yên ser bi wê hêzê ve hatin kuştin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja Duşemê 19ê Hezîrana 2023an li gundê el-Bixêliye li bakurê bajarê Dêrezorê, mînek bi otomobîleke serbazî ya Hizbullaha Lubnanî de teqiyaye.

Di teqînê de, 5 çekdarên Sûrî ku di nav hêzên Hizbullahê de kar dikin hatine kuştin.

Heta niha ti aliyan ew êrîşa bo ser hêzên Hizbullahê li xwe negirtiye.

Ji ber şerê navxwe yê li Sûriyê, hêzên Hizbullah a Lubnanê jî ji bo piştgiriya hikûmeta navendî ya Sûriyê û Beşar Esed derbasî nav axa Sûriyê bûne û li gelek navçeyan bicih bûne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle