Li bajarên Serdeşt û Pîranşarê yên Rojhilatê Kurdistanê 4 Kurd hatin girtin

.

 Li bajarên Serdeşt û Pîranşarê yên Rojhilatê Kurdistanê 4 Kurd hatin girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku doh 3 Kurdên xelkê bajarê Serdeştê ku 2 ji wan bav û kur in hatine girtin.

Li Pîranşaerê jî kesek hat girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê diyar kir ku xelkê gundê Kurbinavê yê Serdeştê Rehîm Elîzadeyê 27 salî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatiye girtin.

Her wiha Mihemedemîn Hesennijadê 31 salî û bavê wî Hesen Hesennijadê 55 salî jî hatin girtin.

Li gorî Hengawê, Keywan Esaseyê xelkê Pîranşarê jî 20ê Kanûna Paşîn ji aliyê hêzên ewlehî ve li wî bajarî hatiye girtin.

Heta niha derbarê sedema girtin û çarenivîsa van welatiyên Kurd ti agahî nehatine bidestxistin.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc