Li bajarên Kurdistanê berxwedaniya xwenişanderan berdewam e

.

Di berdewamiya serhildanên bajarên Kurdistanê de, li bajarên weke, Pîranşar, Bokan, Mihabad, Miyandav, Seqiz, Sine, Kirmaşan, Merîwan û çendîn bajarên din yên Kurdistanê serhilderanli djî serkutkariyên rejîmê xwenîşandan lidar xistin.

Li Kerîmavaya ser bi bajarê Seqizê, xwenîşander rijyane ser şeqaman û bi hilkirina agir şeqamên wir girtin destê xwe.

Li bajarê Sine jî, hêzên rejîmê ku nekarîn li hember îradeya serhilderan xweragir bin, bi batoman êrîş kirine ser tiromibîlên welatiyan xisarên malî zor gihandin wan.

Herwisa li meydana Hejar ya bajarê Pîranşarê, her weke rojên derbasbûyî serhilder rijiyane ser şeqman û bi dana siloganên li dijî rejîmê xwenîşandan lidar xistin, lê hêzên serkutkar yên rejîmê bi awayê rasterast teqe ji xwenîşanderan kirin.

Di berdewamiya serhildana seranserî ya Kurdistanê de, duh şev li bajarê Merîwan xelkê serhilder bi tiromibîlên xwe li şeqaman kombûn û rêyên nav bajar girtin.

Herwisa li gundê Naçîtî ya ser bi bajarê Bokanê jî, serhilder derkevtin ser şeqaman û bi hilkirina agir rêyên gund girtin û siloganên Jin, Jiyan, Azadî dan.

Her di vê derheqê de, li bajarê Mihabada Qazî de, serhilderan xwenîşandan lidarxsitin û bi dana siloganên li dijî rejîmê berxwedanî kirin û hêzên serkutkar yên rejîmê  bi awayê rasterast teqe ji xwenîşanderan kirin û di encamê de çendîn xwenîşander birîndar bûn, lê welatiyan ji ber biçavkirinê nekarîn birîndaran bibin nexweşxaneyan.

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin