Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandan berdewam bû

.

Şeva derbasbûyî li bajarê Tehranê xelk li dijî rejîmê rijiyane ser şeqaman.

Şeva derbasbûyê 12`ê Sermawezê, xelkê bajarê “Tehran”ê li çendîn taxên wî bajarî rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê silogan dan.

Li bajaroka “Ekbetan” a girêdayî bajarê “Tehran”ê xelkê silogana “Mirin bo Xamineyî” “bi Hejarî û giranî diçîn ber bi herifîna rejîmê” “Tehran bibe Kurdistan û Îran dibe gulistan” dan.

Li hin ji taxên din yên “Tehran”ê yên weke: “Narmek, Setarxan, Hewit Huz, Tehranparis, Bilwara Firdûs” û çendîn cihên din xelk rijiyane ser şeqaman.

Li bajarê “Gurgan”ê jî şeva derbasbûyî xelk li ser şeqaman bûn û li dijî rejîmê li ser der û dîwaran silogan nivîsandin.

Li bajarê “Qoçan”ê lawên şorşger êrîşkirine ser binkeyeke melayên rejîmê û şewitandin.

Li bajarê “Tewrêz”ê ciwanên wî bajarî bo rojên 14, 15 û 16`ê Sermawezê banghêjiyên taybet belav kirin.

Li bajarên Kurdistanê tevî hebûna xwenîşandanan li bajarên weke: “Seqiz, Bokan, Merîwan, Mehabad, Îlam, Kirmaşan, Ciwanro, Urmiye” û çendîn bajarên din jî bi awayên cuda bo rojên 14,15 û 16ê Sermawezê ji aliyê tex û qatên cuda yên civakê banghêjî hatin belavkirin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin
Nûrî Şêxo: Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê nîne
PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e