Li bajarên Diyarbekir, Idir, Dîlok û Wanê operasyona polîsan

Li bajarên Diyarbekir, Idir, Dîlok û Wanê leşker û polîsan girtin ser malan, 15 welatî girtin.

Li bajarên Diyarbekir, Idir, Dîlok û Wanê leşker û polîsan bi ser malan re dagirtin 15 welatî girtin.

Polisên Tirkiyê Îro, li navçeya Baxlar ya Dîyarbekirê bi ser hejmarek malên welatiyan re dagirtin.

Li dema serdagirtina malan, li zaro û jinan xistin û 3 welatî jî hatin girtin.

Li bajarê Dîlok û Idirê jî, polisan û tîmên taybet, bi ser malên endamên HDPê jî dadan û 8 kes binçav kirin.

eêzên ewlekariya Tirkiyê dohî jî, hevserokên HDPê yên bajarê Muşê û 2 endamên Meclisa Şarawanîya bajarê Wane girtibûn.

HDPê jî, di daxûyaniyekê de got: Pêla girtinê li hemberî wan berdewam e û bi van girtinan û zordestiya hikûmeta Tirkiyê, doza wan mezintir dibe.

Siyaset Haberleri

Xalid Ezîzî: Di Rêkeftina Amerîka û Îranê de xelk Nehatiye Berçavgirtin
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, digel Partiya Demokrat-Mesîhî ya Alman
Îranê li Îraqê hucreyên nû yên veşartî ava kirin
Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê: Peymana Îran û Amerîkayê tê gotûbêjkirin
Polîsan ji ber nivîsa bi Kurdî dest danî ser çenteyê rojnamegerekê