Li bajarê Seqizê, rêûresmek bo yada şehîdên şoreşa Jînayê bi rê ve ço

.

Xelkê bajarê Seqizê û çalakvanên medenî û herwisa hejmarek ji malbatên şehîdên şoreşa Jînayê, rêûresmeke bi şan bo yad û bilindragirtina yada wan şehîdan, lidar xistin.

Roja Yekşemî 21ê Banemerê, bi beşdariya hejmarek ji malbatên şehîdên tevgera “Jin Jiyan Azadî” û xelê bajarê Seqizê, rêûresmeke bi şan bo bilind ragirtina yadê “Şehîdên Şoreşa Jînayê” li taxeke tenîşta bajarê Seqizê de bi rê ve ço.

Birêveçona vê rêûresmê, li rewşekê de bûye ku bajarê Seqizê li rewşeke polîsî û ewlehiyê de bûye û malbatên şehîdan jî rastî astengî û pirsgirêkan hatibûn.

Tevî wan hemû astengiyên ku ji aliyê hêzên ewlehî û serbaziyên rêjîma îslamiya Îranê ve bi ser wî bajarê de hatibû sepandin, ew rêûresma bi îradeya serbixwe ya beşdarbûyan ve bi awayekî bi şan bi rê ve çoye.

Li vê rûresmê de , wêneyên şehîdan li benêreke mezîn de ji aliyê beşdarbûyên vê rêûrsmê ve hatine bilindkirin û yad û navê wan şehîdan bi bilind hate ragirtin û rêz ji cangorîkirina wan şehîdan hate girtin.

Kurdistan Haberleri

Fransayê piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir
KOYE - Êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên PDK-Îyê hat kirin
Komeke çekdar: Me bi dronan êrişî Hewlêrê kir
Hikûmeta Şamê berpirsekî nû ji bo Kobaniyê destnîşan kir
Daxuyaniya Hejmar 1 Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê: Rojên herî çarenûssaz li pêşiya me ne