Li bajarê Qamişlo alozî derketiye

.

Li bajarê Qamişlo alozî di navbera hêzên asayişa Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê de derket û hêzên asayişê riya Firokxaneya Qamişlo girt.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ji ber dorpêça ku hêzên rêjîma Sûriyê daniye ser taxên Kurdan li Helebê (Eşrefiye û Şêx Meqsûd) alozî li bajarê Qamişlo derket û hêzên asayişê riya firokxaneya Qamişlo girt û destê xwe danî ser firneya El-Beis li Qamişlo.

Li gor Rewangehê, hêzên asayîşê fineya El-Beis dorpêç kiriye, da ku zextê li hikûmeta Sûriyê bikin ku rê bide sotemenî, gaz û madeyên xwarinê derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibin.

Ev alozî piştî wê yekê tê, Firqeya Çarem a rêjîma Sûriyê ji roja 13ê Adara borî ve xalên pişkinînê danîne û rê nadin madeyên xwarinê û bi taybetî ard derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibin.

Xelkê taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd duhî li nêzî nexweşxaneya Yasîn a li Şêx Meqsûd derketin xwepêşandanê û nerazîbûna xwe nîşan dan û daxwaza rakirina dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin.

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê wek taxa Kurdan tê naskirin û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye, rastî şert û mercên mirovî yên dijwar tên, ji ber qutbûna gelek cureyên xwarinê ku nirxê kîsek nan ji 1500 Lîre bûye 4000 Lîreyan.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, dorpêça li ser Eşrefiye û Şêx Meqsûd ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê, metirsiyê dixe ser 200 hezar niştecihên wan her du taxan.

K24

Kurdistan Haberleri

PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e
Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî