Li bajarê Kerecê hevwelatiyan şoreşek din lidar xistin

.

Hevwelatiyên bajarê Kerec û derdora wî bajarî dixwastin li ser tirba şehîd "Hedîse Necefî",  “Sarîna Esmaîlî û Parisa Riza Dost” rêûresima çileya wan lidar bixin, lê, hêzên rejîmê pêşiya hevwelatiyan girtin û xelkê netiris ku hejmarek zêde li nêzî goristana “Biheşta Sekîne” ya bajarê “Kerec”ê kom bibûn êrîşkirine ser hêzên hov yên rejîma Îranê û di navbera xelkê û hêzên rejîmê de şer û pevçûn derket.

Herwisa hevwelatiyan bi maşînan rêya “Pul Hisar”ê girtin û rê nedan ku hêzên rejîmê nêzî wan bibin û alaya rejîma Îranê şewitandin.

Ji aliyek din ve hevwelatiyan êrîş kirine ser kanêkseke polîsan û ew jî şewitandin.

Pêka zanyariyên ku di nûçegihaniyan de belav bûne hevweltiytan êrîş kirine ser melayekî rejîmê û kincên wî ji ber derixistin û şewitandin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin