Li bajarê Bokanê çar kes di xwepêşandanan de hatin kuştin

.

Di xwepêşandanên şeva çarşemê yên bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê de, çar xwepêşander bi teqeyên hêzên ewlehiya Îranê ve hatin kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihandiye, di xwepêşandanên şeva çarşemê 16ê Mijdarê ya bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê de, çar xwepêşanderên bi navê Salar Mucawir, Es'ed Rehîmî, Mihemed Husênzade û Saman Qadirbegî ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatin kuştin.

Hat eşkerekirin ku Salar Mucawir, Es'ed Rehîmî û Saman Qadirbegî bi teqeyên rasterast ên hêzên Îranê ve hatin kuştin û Mihemed Husênzade bi kêran hatiye kuştin.

Li gor zanyariyên Hengaw, Mihemed Husênzade li Baxê Qazî yê bajarê Bokanê dema xwestiye keçekê ji destê hêzên ewlehiyê rizgar bike, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve çend kêr li sîng û ser dilê wî hatiye dayîn û di encamê de canê xwe ji dest daye.

Xwepêşandanên li bajar û bajarojên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kir, zêdetirî şêst roj in didome.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di raporta xwe ya herî de ragihandiye, di na şêst rojên borî de, herî kêm 342 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin, ku di nav wan de 43 zarok û 26 jin hene.

ÇAVKANÎ: K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle