Li Babê goreke bikom hat dîtin

.

 Li bajarê El Babê ê li bakurê rojhilatê Helebê, goreke bikom li zindaneke grûpa çekdar a bi navê Firqeya Hemzat hatiye dîtin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye Ibrahîm Şêxo, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, zanyarî li cem wan hene ku, li nava zindana “Ewlehiya Zîraa” ya grûpa bi navê “Firqeya Hemzat”, li bajarê El Bab ê bakurê rojhilatê Helebê, goreke bikom hate dîtin.

Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re nîşan bi wê yekê da ku, di encama şer û pevçûnên çekdarî de, yên navbera grûpa bi navê Firqeya Hemzat û grûpa bi navê (lşcebhe Elşamiyye, ku herdu ser bi Tirkiyê ne, piştî xwepêşandanên li wî bajarî, yên derbarê kuştina kesê bi navê Ebû Xennûm û hevjîna wî, ji aliyê grûpeke ser bi Firqeya Hemzat ve, ew gor hate dîtin.

Li gorî heman zanyariyan, di wê gora bikom de, ku li nava wê zindanê hatiye dîtin, termên wan kesan hebûn ku, li jêr îşkenceyê canên xwe jidest dabûn, û çekdarê bi navê Mihemed Sewwas ê bi nasnavê  El Debi  naskirî ye, ligel çend çekdarên din, ew term di wê gora bikom de veşartibûn.

Ibrahîm Şêxo herwiha got, bi dehan xelkên Efrînê ku ji aliyê çekdarên Hemzat ve hatibûne revandin, li wê zindanê bûn û rastî îşkenceyeke tund bûbûn û hinekan ji wan bi sedema îşkenceyê yan nexweşiya (êşa zirav / sil) canên xwe jidest dabûn.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt