Li Amerîkayê melayê mizgeftê di dema nimêjê de hat kêrkirin

.

 Li bajarê Petersonê yê ser bi eyaletê New Jerseya li Amerîkayê melayê mizgeftê wexta ku nimêja sibê dida kirin, rastî êrîşê hat.

Sayed El Naqibê melayê mizgefta bi navê Omar Mosqueyê, 9ê nîsanê roja Yekşemê ser nimêja sibehê wextê çû secdeyê bi destê êrîşkarê ku xwe di nava cimaetê de veşartibû hat kêrkirin.

Êrîşkarê bi navê Şerîf Zorba (32) di kameraya ewlehiyê de tê dîtin ku  di rêza sêyem de rûniştiye û wexta ku cimaet diçe secdeyê, xwe bi ser mirovan re davêje û melayê 65 salî ji piştê ve kêr dike.

Şerîf Zorba paşê bi kêra destê xwe gefan li kesên derdorê dixwe. Dema ku dixwaze ber bi deriyê derva yê mizgeftê ve bire, cimaet wî digire û radestî polîsan dike.

El Naqib bo nexweşxaneya Saint Josephê hatiye veguhestin û hat zanîn ku metirsiya birîna wî tuneye.

Êrişker hat desteserkirin û bi sûcê "li ser xwe çeka bê ruhset gerandiye û hewla kuştina kesekî kiriye" tê tohmetbarkirin.

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
Rafael Grossi ji bo kargehên atomî banga hevkariya zêdetir li Îranê kir
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike