Li Amerîka hewlên pêşxistina taksiyên bê şofêr tên dayîn

.

 Li bajarê San Francisco yê Amerîkayê hewlên pêşxistina taksiyên bê şofêr tên dayîn/

Li bajarê San Francisco yê Amerîkayê teksiyeke bê şofêr a kompanya Waymo Dêt rêwiyan siwar dike. Teksî dê wan bigihîne cihê wan.

Berpirsa Ragihandinê ya kompanya Waymo Julia Lena anî ziman, “Li vir, li San Francisco, em li taksiyeke bê şofêr siwar bûn û em ê li seranserî bajêr bigerin, heta cihên dûr jî em ê bigerin. Em radigihînin ku em ê vê xizmetguzariyê li Los Angeles û Californiayê jî zêde bikin.”

Ji bilî kompanya Waymo, kompanya Kros jî vê xizmetguzariyê pêşkêşî dike. Ew dixwazin ji ewlehiya proseyê piştrast bibin.

Li gorî Fermangeha çûn û hatinê ya San Francisco, xelkê 92 bûyerên biçûk ên kompanya Kros tomar kirine. Hinek ji wan bûne sedema ji kar ketina çûn û hatinê di navbera 9 bo 18 xolekan. Lê kompanya dibêje otomobîlên me 1 milyon kîlometre çûne û tu bûyereke mezin tomar nekirine.

Xelkê têbîniya wê yekê kirine ku carinan li ser hêla derbasbûnê disekine.

Rêveberê kompanya Kros Kiel Vogt got, “Hîn gelek kar hene ku bêne kirin lê kar bi awayekî berçav ber bi pêş ve diçin. Ev jî yek ji ciwaniya vê teknolojiyê ye. Em li ser baştirkirina ewlehiya proseyê disekinin heta ku em piştrast bin ku ew ji sedî 100 bi ewle ye.”

Di niha de ev taksî dikarin li nav bajêr bi leza 40 kîlometre di demjiêrekê de û li derveyî bajêr jî 80 kîlometre di demjiêrekê de bigerin.

Her du kompanyayan sala 2020an mafê karkirnê bi wan taksiyan wergirtine.

Tê pêşbînî kirin ku kompanyaya Kros haya ku sala 2025an bi rêya taksiyên bê şofêr 1 mîlyar dolar dahat bi dest bixe.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’