Li Amerîka êrîşî supermarketekê kirin: 10 kesan can dan

.


 Li wîlayeta Colorado ya Amerîkayê, çekdarekî êrîşî ser supermarketekê kir û di encamê de polîsek di nav de, 10 kesan can dan. Êrîşker jî bi birîndarî hate desteserkirin.

Li bajarê Boulder ê bi ser wîlayeta Colorado ya Amerîkayê, êrîşeke çekdarî li ser supermarketekê pêk hat û di encama gulebaranê de polîsek di nav de, 10 kesan can dan.

Êrîşker herwiha bi birîndarî hate desteserkirin û rayedar di derbarê êrîşê de lêpirsîn dan destpêkirin. Nasnameya êrişker hîn jî nehatiye diyarkirin.

Berdevka Koşka Spî Jen Psakî li ser Twitterê diyar kir, Serokê Amerîkayê Joe Biden di derbarê bûyerê de hatiye agahdarkirin.

Amerîka Haberleri

Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene
Trump karekî nû da Tom Barrack