Li Amedê zererek giran gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan

.

Li gor amarên Platforma Hevgirtin û Parastina Bajar a Amedê li wê parêgehê 57 avahî divê bilez bên hilweşandin û zererek giran gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan.

Platforma Hevgirtin û Parastina Bajar a Amedê ku ligel tîmên Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê  piştî erdheja 6ê Sibatê li Amedê beşdarî karûbarên destnîşankirina zerer û ziyanên avahiyên li bajêr bibû, amarên dawî yên zererên gihiştine avahiyan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî eşkere kirin.

Li gor amarên platforma navborî li bajêr 22 avahî kavilbûne, 57 avahî divê bilez bên hilweşandin, zererekî zêde gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan, 2 hezar û 236 avahiyan jî zerereke navendî dîtine.

Platforma Hevgirtin û Parastina Bajar a Amedê ragihand li bajêr 25 hezar û 193 avahiyan jî zerereke kêm  dîtine û dibêje “2 hezar û 769 avahî hêj jî nehatine kontrol kirin. 8 hezar û 1 avahî di li derveyî proseya nirxandinê hatine hiştin û 72 hezar û 229 avahî jî hatine destnîşankirin ku ti zererek negihiştiye wan.”

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navenda wan bajarê Mereşê bû, li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, yên Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê bûn sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kes.

Serokkomarê Tirikiyê Recep Tayîp Erdogan  roja Dûşemê 27ê Sibata 2023an ragihand ku di wan erdhehan de bi giştî 11 parêzgehan 44 hezar û 374 kesan canê xwe ji desta dane û û zêdeyî 115 hezar welatî jî bi birîndarî ji bin kavilan hatine rizgarkirin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt