Li Amedê xebatên ‘Daristana Devlet Bahçelî' destpê kirin

.

 Ligel hemû nerazîbûnên partiyên siyasî, saziyên civakî û xelkê li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê kar û xebatên ji bo çêkirina “Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî” hatin destpêkirin.

Li Çiyayê Kirklarê li navçeya Surê ya bajarê Amedê kar û xebatên çêkirina daristana bi navê Serokê Partiya Tevgera Nîjadperest a Tirkiyê (MHPê) Devlet Bahçeli destpê kirin.

Serokê Rêxistina MHPê ya Amedê Cihan Kayaalp ragihand ku wan ligel kompanyayên sektora taybet li devera hatiye destnîşankirin dest bi çandina daran kirine û herwiha sitûnên tabelaya navê daristanê jî hatine amadekirin ku dê li ser bê nivîsîn “Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî”.

Li beramberî vê biryarê partiyên siyasî û saziyên civakî li dijî wê yekê derketibûn ku navê Devlet Bahçelî li vê parkê were kirin û herwiha Şaxa Amedê ya Yekîtiya Odeya Bînasazî û Endezyaran (TMMOB) jî dijî vê biryarê daxuyaniyek dabû û gotibû: “Çima li Amedê navê Devlet Bahçeli? Bahçeli kesek e ku dijî Kurdan diaxive û dijminê Kurdan e. Bi vî awayî hûn li hemberî civaka Kurdan sûc dikin. Bi sedan nivîskar û hunermend hene ku bo gelê Amedê ked dane û nûnertiya wan kirine lê çima Devlet Bahçeli?.”

Li gor agahiyên Serokatiya Rêxistina MHPê ya Amedê daristan li ser 210 donim erd tê çêkirin û 10 hezar dar dê bên çandin û tê çaverêkirin heta dawiya Çileya 2022ê bê temamkirin.

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir