Li Amedê, Semsur, Çelîkhan, Sîncîkê alîkarîyên PAKê yên ji bo mexdûrên erdhejê berdewam in

.

Rêvebir û endamên Teşkîlata Amedê ya PAKê ji roja 6ê sibatê ve heta îro, li Amedê; bi serpereştîya endama Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Nezîhe Karahan û endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Adnan Ozbîngol li Semsur, Çelîkhan, Sîncîkê xebatên xwe yên ji bo alîkarîyên mexdûrên erdhejê didomînin .

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li gel rêvebirên PAKê îro(12.02.2023), ji alîyekî ve li Amedê seredana cîhên ku di erdhejê da kavil bûne kirin, ji alîyekî jî seredana mexdûran kirin, pêwîstîyên wan tesbît kirin.

Endam, alîgir û dostên PAKê û gelê me, çi bi neqdî û çi wek eşya alîkarîyan digihînin Navenda PAKê. Em jî wek PAK mexdûrên ku pêwîstîyên wan hebin tesbît dikin û paşê jî endam û alîgirên PAKê bi destên xwe van alîkarîyana digihînin mexdûran.

Her xêrxwazekî ku bixwaze piştgirîya vê xebata alîkarîyê ya PAKê bike, dikarin peywendîyan bi birêvebirên PAKê ra deynin.

12.02.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle