Li Amedê Konferansa Ziman û Sîyasetê

.

Îro, 21.02.2024, Platforma Zimanê Kurdî(PZK), li Amedê bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî ya Nevneteweyî, li Hola DTSOyê bi navê Ziman û Sîyaset konferansek li dar xist.

Konferans bi bixêrhatin û kurte axaftineke ji alîyê berdevkê Platforma Zimanê Kurdî (PZK) Şerefxan Cizîrî destpêbû.

Paşê Panelîstên Konferansê yek bi yek axifîn.

Panelîstên konferansê berpirsên partîyên Kurdistanî û kesayetên ku di derbarê ziman de ezmûnên wan hene bûn.

Bi navê  PÎA Ahmet Kaya, PA Ayetûllah Aşîtî, PSK Bayram Bozyel, PDK B Bora Balîn, DBP Çîğdem Kiliçgün, DEM Cahît Kirkazak, DBP Keskîn Bayındır, KKP Nûsrettîn Maçîn, PWK Vahît Aba axifîn.

Her axaftinvanekî ji alîyê xwe ve di hemî qadên jîyanê de, di dan û standinên xwe ya navxweyî û peywendîyên bi gel re çi nivîskî û çi devkî de, behsa giringîya axaftin û nivîsîna bi zimanê kurdî kirin û herwiha, giringîya bi berdewam zindî kirin û zindî hîştina zimanê kurî anîn ziman.

Di beşa duhem de kesayetên wek Malmisanij jî diderbarê mijarê de bîr û boçûnên xwe anîn ziman.

Di konferansê de gelek nivîskar, rewşenbîr, kesayet û nûnerên sazîyên zimanê Kurdî jî amade bûn.

Rûpela Nû/Diyarbekir

21.02.2024

Kurdistan Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Divê hilbijartinên Kurdistanê bi beşdariya pêkhateyan werin kirin
Li Iraqê Roja Gorên Komî: Di 288 goran de termê 7370 kesan hatine dîtin
Ziman netew e, ziman ax e, ziman welat e!
.
PWKyê li Amed, Mêrdîn û Batmanê belavokên ji bo Roja Zimanê Kurdî belav kir